Centcom: Ji destpêka dorpêça li ser Îranê ve 67 keştî hatine astengkirin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku ji dema ku dorpêça deryayî ya li dijî Îranê ve ku di 14`ê tîrmehê de ji nû ve dest pê kir, 67 keştiyên bazirganiyê asteng kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Amerîka û Îranê de, der barê Tengava Hurmizê de, alozî û nakokî berdewam dikin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê yên çekdar ji dema ku dorpêça deryayî ya li dijî Îranê ku ji nû ve di 14`ê tîrmehê de dest pê kir, 67 keştiyên bazirganiyê asteng kirine.

CENTCOM`ê, bi daxuyaniyekê ku li ser platforma X`ê weşandin, wiha nivîsand:

"Hêzên çekdar ên Amerîkayê bi tevahî 67 keştiyên bazirganiyê ji rê derxistine, 3 keştî neçalak kirine û li ser 2 keştiyên din operasyoneke siwarbûnê pêk anîne."

Ev yek di demekê de tê ku artêşa Amerîkayê roja pêncşemê eşkere kir ku keştiyeke nû ya balafirhilgir gihîştiye Rojhilata Navîn û dê cihê keştiya USS Abraham Lincoln bigire.

Her wiha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyê de wiha got:

"Koma Êrîşê ya Hilgirên George Washington li Rojhilata Navîn

wekî beşek ji bicihkirineke bernamekirî piştî gihîştina xwe

ya qada operasyonên Fermandariya Navendî dixebite."

Kepler: Trafîka keştiyên barhilgir di Hurmizê re ji sedî 50 kêm bû

Her wiha li gorî agahiyên ji şîrketa Kpler nîşan dan ku 7 keştiyên barhilgir roja pêncşemê ji Tengava Hurmizê re derbas bûne.

Ev hejmar, nîvê hejmara roja berê ku hatî tomarkirin e.

Ji vê hejmarê, çar keştî ketin rêya avê û sê jî ji wir derketin.

Ne tankerên mezin û ne jî keştiyên barkêş ên gaza xwezayî yên şilekirî hebûn.

Lê belê, daneyan nîşan dan ku tankereke super ku propanda û bûtlan hildigirt, bi rêya Îranê ji Tengava Hurmizê derbas bû.

JD Vance: DYA mîqdarek ji petrol û gazê bi rêya Hurmizê derbas kir

Her wiha Cîgirê Serokê DYA`yê JD Vance roja pêncşemê, di hevpeyvînekê de bi bernameya radyoyê ya "Kelly Travis û Buck Sexton" re got:

"Hêzên leşkerî yên DYAîyê di derbaskirina mîqdareke girîng a petrol û gazê bi rêya Tengava Hurmizê bi ser ketine.

Operasyon wekî pir serkfetî bi nav kir û got ku divê DYA bêtir petrol û gazê di vê rêyê re derbas bike."

Her wiha JD Vance der barê nêzîkatiya Amerîkayê ya li hemberî Îranê de, axivî û wiha lê zêde kir:

"DYA niha bi awayekî ketiye qonaxeke nû ku tê de zexta aborî amûra herî bibandor a li ber destê Amerîkayê ye.

Rêveberiya Trump dê vê zextê bidomîne, ji ber ku ew wê wekî rêya herî baş ji bo bidestxistina armancên xwe yên li hember Îranê dibîne."

Daxuyaniyên Vance di demekê de tên ku rêveberiya Trump zexta aborî li ser Îranê zêde dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye