Hindistan û Amerîkayê nêzîkî rêkeftineke bazirganiyê bûne

Malpera Mint ragihand ku Hindistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nêzîkî rêkeftineke bazirganiyê ne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Malpera Mint eşkere kir ku dibe  New Delhi razî bibe ku hêdî hêdî kirîna petrola Rûsyayê kêm bike.

Heman jêderê destnîşan kir ku dibe Washington bacên gumrikê yên li ser hinardekirina Hindistanê ji sedî 50 kêm bike û bixe ji sedî 15-16.

Trump da zanîn ku Hindistan wê ji Rûsyayê gelek petrolê nekire û tekez kir ku ew jî dixwaze şerê bi Rûsya û Ukraynayê re biqede.

Trump gef xwar ku eger New Delhi wisa neke, ew ê bacên mezin, bide.

Hin rapor nîşan didin ku Hindistan, difikire ku para xwe ya kirîna genimê ne-GMO ji Dewletên Yekbûyî, zêde bike.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, îro li ser Twitterê got, "Ez hêvî dikim ku Hindistan û DYA li dijî terorîzmê, di hemî awayên wê de, yekgirtî bimînin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye