Gendelî li Ûkraynayê bû sebeba îstîfayan

Li Ûkraynaya 3 sal in di nava şer de ye gendelî berbelav dibe Niha jî derket holê 100 milyon dolar winda bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Vekolîna gendelîyê ya li Ûkraynayê gihîşt ber derîyê hikumetê.

Wezîrên edaletê û enerjîyê neçar man ji karên xwe îstifa bikin.

Îstifaya her du wezîran ji alîyê serokê Ûkraynayê Zelensky ve hat daxwazkirin. 

Vekolîn derxistibû holê, 100 milyon dolar di sektora enerjîyê de winda bûye.   

Ûkrayna ji ber şerê bi Rûsyayê re her sal ji welatên Rojava bi milyar dolaran alîkarîyê digire.

Hikumet destûrê nade ji bo venêrîna alîkarîyê mekanîzmayeke bêalî bê avakirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye