Rubio derbarê derketina biryareke navnetewî bo Xezeyê geşbîn e

Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio, geşbîniya xwe anî ziman ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dê biryarnameyekê li ser Xezeyê derxîne, ku piştgirîya bicihkirina hêzeke ewlehiyê ya navneteweyî dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rubio duh piştî civîna wezîrên derve yên G7 li Kanadayê ji rojnamevanan re got: "Em geşbîn in. Ez difikirim ku em di pêşnûmeya biryarnameyê de pêşveçûnek baş dikin û em hêvî dikin ku di demek nêzîk de gav bavêjin."

DYE hefteya borî pêşnûmeyek biryarnameyê belav kir ku ew dê li dû agirbesta li Xezayê be û Trump jî ji bo vê agirbestê zextê dike.

Rubio teqez kir ku bicihkirina hêzeke navneteweyî li Filistînê ji bo destrûrdayîna alîkariya bêhtir bo Xezeyê girîng e.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê fikarên xwe anîn ziman ku pêla dawî ya tundûtûjiyê ya ji hêla niştecihên Îsraîlî li Difa El-Xerbiye pêk tê, dikare hewldanên agirbestê li Xezeyê têk bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye