Li gelek bajarên Tirkiyê şewatên li daristanan berdewam in. Serokên muxalefetê, ji ber kêmasiyên di mudaxaleya vemirandina şewata daristanan desthilatê rexne dikin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek weşand. Ozel, bi bîr xist ku peywira desthilatdariyê mudaxeleya bi bandor li hemberî agir û xebatên başkirinê yên piştî şewatê ye û got:
``Derfet û qabiliyetên Daîreya Giştî ya Daristanan di asta têrker de nîn in.``
DESTHILATDARIYÊ GEL DI NAV AGIRAN DE HIŞT
Ozel diyar kir ku, ev rewş bijardeyeke aborî ya desthilatdariyê ye û bal kişand ser vê yekê ku çavkaniya ku di şeş mehên destpêkê de ji bo daristanan hatiye bikaranîn, tenê ji sedî 1’ê çavkaniya ku ji bo diravdanên faîzê yên sektorê giştî hatiye veqetandin e.
LI ŞÛNA HAMASETÊ, LEZGÎN SEFERBERÎ
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari jî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal derbarê heman mijarê de peyamek weşand.
Wê desthilatdarî rexne kir û got: “Şewatên ku ji rojên borî ve li çar aliyên welêt berdewam dikin, dilê me dişewitînin. Di hemû felaketan de em heman êşan dubare dijîn.”
Tulay Hatîmogulari destnîşan kir ku divê li şûna daxuyaniyên bi hamaset dagirtî, bi lezgînî û bi rewşeke seferberiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xebat werin meşandin.
HÎN JÎ ŞEWAT NEHATIYE KONTROL KIRIN
Li aliyekî din, Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli, di daxuyaniyeke de da zanîn, ji ber şewatên ku 3 roj in berdewam in, hejmara şênehiyên hatine valakirin nêzî 3 hezar û 600 in.
Yumakli ragihand ku mudaxeleya li hemberî şewatên çalak li navçeya Safranbolû ya Karabûkê, navçeya Kestelê ya Bursayê û li Mereşê berdewam dike.
5 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Ji meha Hezîranê ve şewatên li daristanan ên li gelek deverên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dewam dikin, gefê li deverên niştecihbûnê dixwin. Li gelek bajaran ji ber şewatê mal hatin valakirin.
Di 22’ê Tîrmehê de, di dema mudaxeleya li hemberî şewatên daristanan ê li navçeya Seyitgazî ya Eskişehirê de, pênc karkerên daristanan û pênc dilxwazên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê (AKUT) jiyana xwe ji dest dabûn.