Li Sûdanê jiyan û xwarin bûye xewn û xeyal, her gavek ku li ser axa Sûdanê tê avêtin, çîrokên nexweşî û birçîbûnê bi xwe re tîne.
Di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji 15`ê nîsana 2023`an û vir ve şer didome, bi vê yekê jî hem pergala tenduristiyê û hem jî peydakirinê xwarinê zehmettir dibe.
Ji ber birçîbûnê li sûdanê 229 kes mirin
Bajarê el-Faşerê yê li bakurê Darfûrê zêdetirî 500 rojan ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve, hatiye dorpêçkirin.
Ev dorpêç, bû sedama derketina kirîza birçîbûnê û ji ber birçîbûnê, 229 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha di nava qurbaniyan de 171 zarok û 58 kal û pîr jî hene.
Komîsyona Alîkariya Mirovî, banga dawîanîna dorpêça el-Faşerê kir da ku alîkariyên mirovî bigehêje kesên hewcedar.
Li Sûdanê ji ber kolerayê 3 hezar kes mirin
Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku ji ber nexweşiyên kolerayê li Sûdanê 3 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 120 hezar kesên din jî bi kolerayê ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku ji ber şer û pevçûnan pergala bijîşkî hilweşiyaye û nîvê navendên tenduristiyê jî hatine girtin, êdî dema ku welatiyekî Sûdanê nexweş dikeve, zehemt e cihekî ji bo dermankirinê ji xwe re peyda bike.