Rêxistina Jeostratejîk ya Civaka Sivîl a Kurd, Komeleya Jinên Kurd a Awustiryayê ya Çand û Hunerê û Rêxistina Aştî û Geşepêdanê ya Almanyayê derbarê êrîş û dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, daxuyaniyek da.
Rêxistinên navneteweyî destnîşan kirin ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber qutbûna xwarin, derman, av û elektirîk di rewşeke zehmet de ne.
Banga rawestandina êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin
Rêxistinan banga rawestandina êrîşên li ser her du taxan, vekirina deriyên mirovî û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî kirin.
Her wiha bang li Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hat kirin ku ji bo aştiyê, diyalogê bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de, daxwaz ji civat û rêxistinên navneteweyî jî hat kirin ku destwerdanê bikin, şer rawestînin û alîkariyan derbasî her du taxan bikin.