Hikumeta federal a Awustralyayê wê wezareta parastinê ji nû ve birêxistin bike.
Richard Marles detayên derbarê reorganîzekirina wezaretê de bi medyayê re parve kir.
Marles dîyar kir, wê sê beşên cuda yên di bin banê wezaretê de bibin yek.
Yek ji van ji beşa teqemenîyên pêşketî û hilberîna keştîyên şer pêk tê.
Armanca vê guherînê bi rengekî hêsan meşandina projeyên bi milyar dolaran e.
Awustralya bi vê gava nû dixwaze di ragêşîya bi Çînê re pozîsyona xurtir bike.
Wezîrê awustralyayê di dema danasîna planê de derbarê geşedaneke nû ya bi Çînê re agahîyekê parve kir.
Richard Marles got, Awustralya niha komeke keştîyên Çînê yên li dora Fîlîpînan dişopîne.
Tê payîn, stolaya Çînê heta serê salê dikare bigihîje nêzîkî peravên Awustralyayê.
Awustralya li herêma Asya-Pasîfîkê tevlî Japonya Başûrê Koreyê reqîbê sereke ya Çînê ye.
Hikumeta Antony Albanese a Awustralyayê di ragêşîya jeopolîtîk de bi rengekî aktîf bi Amerîkayê re hevkarîyê dike.