Li Filipîn Erdhejek bi pileya 6.4 pêk hat

Li peravên başûrê Filipînê erdhejeke bi pileya 6.4 qewimî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), îro li Filipînê erdhejek bi pileya 6.7 li rojhilatê Santiago, li girava Mindanao qewimiye.

Hat ragihandin ku heta niha ti zirarên canî û madî nehatine tomarkirin.

Di meha Cotmehê de, rojhilatê Mindanao rastî du erdhejên bi mezinahiya 7.4 û 6.7 pêk hatibûn ku di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha berî çend rojan li parêzgeha Cebu ya li navenda Filipînê erdhejek bi pileyî 6.9 pêk hatibû û di encama wê de 76 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye