CENTCOM`ê li ser hesabê xwe yê X`ê li ser êrîşa li ser Girava Larkê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîkayê li dijî hêzên mayîndaner ên Îranê yên li Tengava
Hurmizê "êrîşeke sînordar" pêk aniye.
Hat gotin ku birêvebiriya Washingtonê ev êrîş ji bo "parastina deryavanên sivîl, keştiyên
bazirganiyê û herikîna azad a bazirganiya cîhanî" pêk aniye.
Her wiha artêşa Amerîkayê şeva borî li nêzîkî Tengava Hurmizê du êrîş birin ser Girava Larkê.
Li gorî agahiyên ku hatin belavkirin 2 kes mirine û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Artêşa Pasdaran a Îranê jî ragihand ku wan ji bo bersiva êrîşê, bi mûşekên balîstîk li baregehên
asmanî yên Muwefeq Seltî û Qral Husên xistiye ên ku hêzên Amerîkayê li Urdinê bi kar tînin.
Her wiha Îranê got ku wan bi dehan dronan êrîşî leşker û helîkopterên Amerîkayê yên li Baregeha Asmanî ya Al Mînhadê ya li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) kiriye.