Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di daxuyaniyeke xwe ya ji bo kanala "Fox News" de destnîşan kir ku Îranê gefa êrîşkirina li ser berjewendiyên Amerîkayê ya li seranserî cîhanê xwariye û got: "Em van gefan pir bi cidî digirin".
Rubio diyar kir ku pirsgirêka wan ne bi welatê Îranê re ye, lê belê bi "rejîma ku wî welatî bi rê ve dibe" re ye. Her wiha bal kişand ser rewşa Tengava Hurmizê û anî ziman ku tengav niha vekirî ye û herikîna neftê gihştiye astên beriya şer.
Wezîrê Derve destnîşan kir ku armanca Îranê ew bû ku cebexaneya xwe ji bo gefxwarina li herêmê û hêzên Amerîkayê bi kar bîne û ber bi xwedîbûna çekên nûkllerî ve gavan biavêje. Rubio her wiha got ku eger Îran bibe xwedî çeka nûkllerî, wê bikaribe Tengava Hurmizê bigire û ji bo derbasbûna welatan bacê li ser wan ferz bike.
Di heman çarçoveyê de, Rubio amaje bi plansaziyeke gumanbar kir ku dihate xwestin nêzî baregeheke esmanî ya Brîtanyayê (ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî ve tê bikaranîn) teqînek bê kirin.
Rubio bêyî ku vê rûdanê rasterast bi Îranê ve girêbide, ragihand ku di vê planê de şopên "hêzeke biyanî" hene, lê nexwest hûrgiliyên zêdetir bide.