Nakokî û alozî di navbera Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê berdewam dikin.
Beriya niha Cîgirê kordînatorê artêşa Îranê, Hebîbullah Seyarî, gotibû ku Tengava Hurmizê ji beşa rojavayê xwe heta beşa rojhilatê xwe di bin kontirola hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên de ye.
Centcom: Îran Tengava Hurmizê kontirol nake
Lê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ev agahî derewand.
CENTCOM`ê roja dûşemê di daxuyaniya xwe ya li ser X`ê de, nivîsand ku daxuyaniyên rayedarê payebilind ê Sipaha Pasdarên Îranê derbarê kontrola tevahî" ya Tehranê ji Tengava Hurmizê re ne raste.
CENTCOM`ê her wiha got ku derbasbûna bi hezaran keştî û zêdetirî milyarek bermîl petrol di mehên dawî de bi rêya Tengava Hurmizê nîşan dide ku Îran vê rêya avê kontrol nake.
"Li Tengava Hurmizê 8 leşkerên Amerîkî di êrîşeke Îranê de birîndarbûn"
Di heman çarçoveyê de jî, Tora NBC Newsê roja duşemê 28'ê îlonê bi angaşta sê rayedarên Amerîkî ragihand ku heşt leşkerên hêzên deryayî yên Amerîkayê di êrîşeke Îranê de birîndar bûne.
NBC Newsê daxuyand ku ew leşker li Tengava Hurmizê dema ku li ser keştiyekê bi cih bûbûn rastî êrîşeke Îranî hatin.
Li gorî heman çavkaniyê, ev êrîş di 14'ê îlonê de bi rêya mûşekeke krûz hatiye kirin.
Beriya niha jî, di roja yekşemê de, ajansa nûçeyan a Îranî Faris li ser zimanê çavkaniyên herêmî ragihand ku hêzên Îranê mûşekeke krûz a deryayî avêtiye keştiyekê li Tengava Hurmizê.
Ajansê angaşt kir ku ev keştî binpêker bû ku di rêyeke bê destûr a Tengava Hurmizê re derbas dibû û ji ber vê yekê hat lêdan.