Di derengiya şeva şemiyê de, dewleta Îranê pêleke êrîşên bi dronên xwekuj li dijî Başûrê Kurdistanê pêk anî.
Ji bo têkbirin û hilweşandina dronên ku hatine avêtin, pergala parastinê ya "C-RAM" a Amerîkî hat xebitandin.
Her wiha Îranê baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Silêmanî û Hewlêrê, bi dronan armanc kirin.
Dron ji herêma Pîranşehirê ya Rojhilatê Kurdistanê hatin avêtin.
Di heman demê de, hin dezgehên medyayê yên nêzîkî Supaya Pasdarên Îranê jî ragihandin ku Supaya Pasdaran êrîşên bi dronan li dijî baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê pêk anîne.
Heta niha, rayedarên Başûrê Kurdistanê û Amerîkî li ser van êrîşan ti daxuyanî nedane.
Wargeha malbatên endamên komeleyê hat armanckirin
Li aliyekî din, Rêxistina mafên mirovan a HANA’yê jî ragihand ku du dronên Îranê bilindahiyên Çiyayên Sûrdaşê, li nêzîkî wargeha malbatên endamên partiya Komeleyê, armanc kirine.
Rêxistinê ti hûrgiliyên din der barê qurbanî yan zirarên gengaz ên êrîşê de eşkere nekirin.
Îran: Êrîşên berevaniyê bi hemû hêza xwe berdewam dikin
Têkildarî mijara êrîşên li ser welatên herêmê, Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyaniyek weşand û ragihand ku êrîşên berevaniyê yên hêzên çekdar ên Îranê bi hemû hêza xwe berdewam dikin.
Wezaretê tekezî li ser biryardariya hikûmetê ya liberxwedanê kir.
Her wiha Wezareta Karên Derve daxuyand ku Washington bi berdewamkirina dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê, êrîşên li ser herêmên curbecur ên Îranê û zêdekirina zext û gefên aboriyê li dijî wê, çalakiyên êrîşkar li dijî Îranê didomîne.