Baregeha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM ragihand ku Fermandarê wê Brad Cooper di roja şemiyê 15'ê tebaxê de, gera rêwîtiya xwe ya 10 rojî ya Rojhilata Navîn bi dawî kir.
Ev rêwîtî serdanên şeş welatan û keştiyeke balafirhilgir a hêzên deryayî yên Amerîkayê di dema çalakiya wê li deryaya Erebî de hewand.
Brad Cooper di vê rêwîtiyê de li Behreyn, Îraq, Îsraîl, Urdun, Erebistana Siûdî û Îmaratê bi rayedarên payebilind ên sivîl û leşkerî re civiya.
Her wiha Cooper bi hêzên Amerîkî yên ku li herêmê bi cih bûne jî demek derbas kir.
Niha zêdetirî 50,000 hêzên leşkerî yên Amerîkî li seranserê Rojhilata Navîn di xebatê de ne.
Fermandarê CENTCOM'ê di dema amadebûna wî li deryayê de, ji bo cara duyem di vê salê de digel deryavan û leşkerên deryayî yên ku li ser keştiya USS Abraham Lincoln bi cih bûne civiya.
Brad Cooper di gotara xwe ya ji bo hêzên keştiya Abraham Lincoln de, mîsyona vê keştiyê ya li Rojhilata Navîn wekî yek ji girîngtirîn mîsyonên operasyonî yên serdema nûjen bi nav kir.
Amerîka plan dike zexteke aborî ya zêde li ser Îranê bi cih bîne
Li aliyekî din, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Besant daxuyand ku Amerîka hewl dide ku zexta aborî ya li ser Îranê zêde bike.
Axaftina Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê di demekê de tê ku Îran bi sedan cezayan û dorpêçeke deryayî ya li ser benderên xwe re rûbirû ye.
Amerîkayê hîn hûrgiliyên rêkarên ku ew plan dike ku li dijî Îranê pêk bîne, eşkere nekirine.
Lê belê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê diyar kir ku çend amûrên wê hene da ku zexta li ser Îranê bêtir zêde bike.
Her wiha ajansa Bloomberg Newsê di raporeke xwe de, destnîşan kir ku pênc vebijêrkên sereke yên gengaz li ser maseya Serokê Amerîkayê Donald Trump hene.
Di nav de cezayên li ser kompaniyên darayî yên Çînî û kompaniyên diravguhertinê yên ku bi Îranê re têkildar in û astengkirina bêtir a mal û milkên Îranê li derveyî welêt hene.