Li gorî agahiyên ku ji aliyê Îran International ve hatine wergirtin, Elî Rezayî yê 28 salî, ji bajarê Emelê, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajêr ve bi 46 mehan cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.
Her wiha di dozeke cuda de ji ber weşandina çîrokekê li ser mirina Armita Ground di sala 2024`an de, cezayê salekê yê taloqkirî lê hatibû birîn.
Elî Rezayî di 6`ê çileyê de hat girtin û çar mehan li Girtîgeha Emelê di karantînayê de hat hiştin.
Li gorî raporan, di dema girtina wî de mafê wî yê hevdîtina bi parêzer re nehatiye dayîn û ji ber lêdana polîsan di dema girtinê de pozê wî şikestiye.
Li gorî vê agahiyê, malbata Rezaî nêzîkî du hefteyan ji rewşa tenduristiya wî bêxeber bûn.
Her wiha ji bo protestokirina îşkence û zextên ku di dema girtina xwe de li ser wî hatin kirin, dest bi greva birçîbûnê kir.