Li Îranê pêla darvekirina girtiyên siyasî berdewam dike. Girtiyê siyasî Şahram Sadeghi, ku bi hinceta tevlîbûna çalakiyan hatibû girtin, vê sibehê hate îdamkirin û dest danîn ser hemû mal û milkê wî.
Li Îranê pêkanîna cezayên îdamê bê navber didomin. Girtiyê siyasî Şahram Sadeghi, ku bi hinceta tevlîbûna çalakiyên meha Çileyê li bajarê Kerecê hatibû girtin, hate darvekirin.
Dadgeha Şoreşê ya Kerecê bi hinceta “hevkariya bi rejîma siyonîst, DYE (Ewropa/Amerîka) û komên dijmin re” cezayê darvekirinê û desteserkirina mal û milk de rûbirûyî wî kiribû. Tevî ku parêzerên Sadeghi li dijî vê biryarê îtîraz birin Dadgeha Bilind a Îranê jî, dadgeha jorîn ev biryara giran erê kir.
Piştî pejirandina biryarê, Şahram Sadeghi vê sibehê zû hate îdamkirin. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dadweriya Îranê Mizanê, hemû mal û milkê Sadeghi jî hatiye desteserkirin. Di daxuyaniyê de agahiyek zelal li ser girtîgeh an jî cihê ku îdam lê pêk hatiye nehatiye dayîn.