Li başûrê Îranê nêzî Tengava Hurmuzê teqînên mezin çêbûn

Medya herêmî ya Îranê ragihand ku li herêmên peravê yên parêzgeha Hormozganê û li girava Qeshmê ya nêzî Tengava Hurmuzê gelek teqîn pêk hatine, ev yek jî di navbera Washington û Tehranê de piştî rûdanên leşkerî yên vê dawiyê fikarên aloziyeke nû derxistiye holê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êvara Çarşemê li başûrê Îranê û li nêzî xeta stratîjîk a Tengava Hurmuzê dengê teqînan hat bihîstin. Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA) da zanîn ku ev teqîn bi taybetî li Girava Qeshmê, bajarê Sirik û Minabê qewimîne. Her wiha ajansa Farsê li ser zarê rayedarên parêzgeha Hormozganê destnîşan kir ku dengê teqînên li Qeshmê ji aliyê deryayê ve hatiye, lê li herêma Sirikê hinek daxuyaniyan behsa ketina "mûşekan" kirine.

Ev rûdan di demekê de tê ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyandibû ku wan wekî bersiv li dijî êrîşên fûzeyên balîstîk ên Supaya Pasdaran, 5 keştiyên petrolê yên Îranê jinav birine. Heta niha zirarên canî an maddî yên fermî ji ber van teqînên dawî nehatine eşkere kiri.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye