Li bajarê Kobanê pêşengeha "Şopa Rengan" hat lidarxistin
Li bajarê Kobanê, bi beşdariya hejmareke hezkiriyên hunerê û şêniyên herêmê, pêşengeheke şêwekariyê ya taybet bi navê "Şopa Rengan" hat lidarxistin.Pêşengeh berhema keda 17 xwendekarên hunerê yên herêmê ye û deriyên xwe ji bo du rojan ji bîneran re vekirî dihêle. Xwenekaran di tabloyên xwe de bêhtir portreyên şehîdan û dewlemendiya çand û mîrateya kurdî xêz kirine.