Şerê di navbera Hikûmeta Yemen-Erbistana Sûdî û Tevgera Hûsî ya Yemenî de berdewam dike.
Di agahiyên nû yên li ser vî şerî de, Koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî li Yemenê, diyar kir ku Erebistana Siûdî du dron û mûşekeke balîstîk ku ber bi Riyadê ve diçûn, asteng kirin.
Her wiha Koalîsyonê da zanîn ku mûşekeke krûz jî ber bi bajarê Xemîs Meşît ê li başûr ve hatibû avêtin, hat astengkirin.
Piştire Koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî da xuyakirin ku wan deh mûşekên balîstîk ên ku ber bi başûrê Erebistana Siûdî ve hatine avêtin, asteng kirine.
Yehya Serî: Balafirgeh hîn jî armanceke leşkerî ne
Hûsiyan ji aliyê xwe ve ragihand ku wan duh êrîşî balafirgeh û binesaziyên petrolê yên Erebistana Siûdî kirin.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî' got ku balafirgehên Erebistana Siûdî hîn jî "armanceke wan a leşkerî" ne û dê operasyonên xwe li dijî wan berdewam bikin.
Her wiha Serî' hişyarî da hemû karmendên balafirgehan û rêwiyan ku balafirgehan bi kar neyînin.
Rayedarên parêzgeha Şebweyê, ya li rojhilatê Yemenê ragihandin ku wan şaneyeke Hûsiyan ku ji 13 kesan pêk tê, girtine.
Her wiha rayedaran da zanîn ku kamyoneke tije çek, cebilxane û teqemenî jî hatiye desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya rayedaran, ev kelûpel bi rêya deryayê ji bo Hûsiyan hatibûn derbaskirin.