Li Tirkiyê zexta li ser çapemenî û rojnamevanan didome

Li Tirkiyê zext û sansura li ser çapemenî û girtina rojnamevanan didome. Bi taybet aliyên muxalîf tên hedefgirtin. Rojnamevan û nivîskarê Halk TV Bahadir Ozgur, Rojnamevan Murat Agirel û siyasetmedar Aylin Kotil û kurê wê Omer Sarıgul jî hatine binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnamevan Murat Agirel ku ji ber nûçeya xwe ya li ser lêpirsîna fonê di bin çavdêriya malê de bû, îro danê sibê hate binçavkirin.

Piştî lêgerîna li mala wî, Agirel birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.

Rojnameger Îsmaîl Saymaz ragihand ku ligel Agirelê, siyasetmedar Aylin Kotil û kurê wê Omer Sarıgul jî ji aliyê Yekîneya Sûcên Darayî ve hatine binçavkirin.

Saymaz, di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal diyar kir ku ji bo kurê din ê Kotil, Emîr Sarıgul jî biryara binçavkirinê heye.

Li gorî Saymaz, Mustafa Sarıgul ê ji Partiya Yenî gotiye ku kurê wî, Emîr Sarıgul, dê teslîmî polîsan bibe.

Rojnamevan û nivîskarê Halk TV Bahadir Ozgur, ku hatibû binçavkirin, tê payîn ku sewkî dadgehê were kirin.

Ozgur, ku bi tohmeta " binpêkirina nepeniya lêpirsînê" li ser bingeha nûçeya xwe ya derbarê krîza fonê de tê tawanbarkirin, di îfadeya xwe de diyar kir ku wî rapor li gorî daxuyaniyên Akin Gurlek amade kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye