Sûriyê di çarçoveya têkiliyên xwe yên aborî yên navneteweyî de gavên nû davêje.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî ya Sûriyê, welat dê ji yekê Mijdara 2026’an ve vegere Koma Erebî ya di Fonê Diravê Navneteweyî de.
Ew jî piştî ku ji sala 2012’an ve di nav Koma Yekîtiya Rûsyayê de bû.
Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Darayî yê Sûriyê Mihemed Berniyê û Waliyê Banka Navendî ya Sûriyê Mihemed Reslan, bi rêvebirê Koma Erebî ya di Fonê Navneteweyî de Elî Hewsînî re hevdîtin kirin.
Hevdîtin li kêlek civînên salane yên Fonê Navneteweyî û Koma Banka Cîhanê pêk hat.
Di hevdîtinê de, herdu aliyan li ser xebatên heyî û projeyên hevbeş ên di navbera Sûriyê û Fonê Navneteweyî de rawestiyan.
Di nav mijaran de, avakirina kapasîteya saziyên Sûriyê û pêşxistina şiyanên wan di warê rêveberiya aborî de cih girtin.
Her wiha, amadekariyên ji bo şêwirên di çarçoveya xala çaremîn a peymana damezrandina Fonê Diravê Navneteweyî de hatin nirxandin.
Wezîrê Darayî yê Sûriyê daxwaza xwe ya ji bo piştgirî û şopandina xebatên hevbeş ji aliyê nivîsgeha Erebî ya fonê ve anî ziman.
Elî Hewsînî jî tekezî li ser amadebûna nivîsgeha Erebî ya Fonê Navneteweyî kir.
Di heman demê de, di hevdîtinek din de, Wezîrê Darayî yê Sûriyê û Waliyê Banka Navendî ya Sûriyê bi rêvebera Enstîtuya Pêşxistina Kapasîteyan a Fonê Diravê Navneteweyî, civiya bûn,
Di civînê de li ser rêbazên xurtkirina saziyên Sûriyê di rêveberiya aborî de nîqaş kiribûn.
Di nav mijaran de, piştgirî ji bo bernameyên nû yên perwerdehiyê û avakirina kapasîteyan jî hebû.