Ehmed El Şera got ku Şam bi rêya hinek dewletan hewl dide di aliyê ewlehiyê de bi Îsraîl re peymanê çêbike û mafê Sûriyê di Colan de neyê binpêkirin.
Şera di axaftinekê de bi dezgeheke Kendavê re got ku welatê wî naxwaze bi Îsraîlê re bikeve nava pirsgirêkan.
Di mijara destwerdana leşkerî ya Libnanê de, Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera wiha got:
"Em destwerdana leşkerî ya Libnanê nakin.
Krîza Libnanê ne bi pirsgirêkên ewlehiyê sînordar e, divê ji hemû aliyan ve pirsgirêkên wê werin çareserkirin.
Heke krîz li Libnanê hebe, dê rasterast bandorê li Sûriyê bike."