Li bakurê Îdlibê di depoya çek û cebixaneyê de teqîn pêk hat

Îro, li herêma Burc al-Nimra ya nêzî bajarê Sarmada ku dikeve gundewarê bakurê Îdlibê teqînek rû da. Li gorî zanyariyên destpêkê yên ku ji çavkaniyên herêmî û fermî hatine ragihandin, teqîn di depoyeke cebixaneyê de çêbûye û zirarên canî hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Teqîn li ser rêya bejayî ya otobana Sarmada ya li gundewarê bakurê Îdlibê qewimî. Di derbarê zirar û encamên vê teqînê de, medyaya fermî ya Hikumeta Şamê Al-Ikhbariya ragihand ku di encama teqîna vê depoya cebixaneyê de weke amara destpêkê heşt kes birîndar bûne.

Li aliyê din, Rêveberê Operasyonên Rêveberiya Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan li Îdlibê Walîd Aslan diyar kir ku tîmên wan yekser piştî teqînê çûne cihê bûyerê û li gorî daneyên pêşîn sedema teqînê cebixane bixwe ye. Her wiha Aslan destnîşan kir ku heta niha tu raporên fermî yên pejirandî derbarê mirî yan birîndaran de negihîştine ber destê wan û tîmên peywendîdar niha li ser ewlekirina herêmê, nirxandina rewşê û kontrolkirina bandorên gengaz ên teqînê dixebitin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye