PYD‘ê pêşketinên di demên dawî de rû didane weke xaleke pozîtîf ragihand, lê netêrker da diyarkirin û wiha berdewam kir: "Em pêşketinên pozîtîf yên ku di vê qonaxê de li Sûriyê diqewimin, bi taybetî gavên ji bo entegrekirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di nav saziyên dewletê de hatine bi cîkirin, her weha pêşketinên têkildarî zimanê Kurdî pêşwazî dikin.
Em van pêşketinan wekî gavên girîng di pêvajoya avakirina Sûriyeke nû de dibînin. Ev pêşkeftin gavên pozîtîfin, lê ew netêrkerin, ji ber ku pirsgirêka Kurdan li Sûriyê pirsgirêkek bingehîn e û mafên gelê Kurd divê beşek yekgirtî ya avahiya destûrî û siyasî ya Sûriya nû be."
PYD‘ê di daxuyaniyê de beşdariya Kurdan a di avakirina saziyên dewletê, jj hêla siyasî, leşkerî, îdarî û çandî de wekî hêzekê ji bo Sûriyê pênase kir.
Diyar kir ku ev beşdarî yekêtî û aramiya Sûriyê xurtir dike û cihêrengiya wê jî çavkaniyek rastîn a hêzê ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hat gotin: "Pêwîst e entegrekirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di nav saziyên fermî yên dewletê de bi awayekî ku rol û rêjeya jinan di avakirina Sûriya nû de nîşan bide, temam bibe. Divê destûra nû ya Sûriyê bi zelalî gelê Kurd wekî neteweyek yekgirtî û hevkar li Sûriyê nas bike û zimanê Kurdî û mafên siyasî, çandî û neteweyî yên gelê Kurd nas bike. Bi vî awayî rêzeya hevkariya rastîn di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyê de saz bike.
PYD‘ê daxuyand ku ji bo avakirina Sûriyê nû pêdivî bi vîzyonekê heye ku li ser bingeha demokrasî, hevkarî, naskirina cihêrengiyê û garantiyên destûrî yên mafên hemî gel û civakan be.
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em gavên hatine avêtin erênî dibînin, lê di heman demê de em teqez dikin ku temamkirina wan bi destûra nû rêya ber bi hevkariyek rastîn û Sûriyeke bihêz ve ye ku bi cihêrengiya xwe û hemû gel û civakên xwe dewlemend e."