Şêwirmendê serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir.
Hevdîtin îro pêk hat û hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa giştî û guherîn û pêşketinên dawîn ên li Sûriyê û herêmê hatine nirxandin û hat gotin: "Her du aliyan bal kişand ser girîngiya parastina aştî, ewlehî û aramiya Sûriyê û mafên Kurdan û hemû pêkhateyan."