Pêşnûmeya yasayê ya bi sernavê "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" bi 467 dengan hat qebûlkirin.
Nirxandin û nîqaşên berfireh ên li ser qanûnê jî berdewam in.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe ya di kongreya DEM Partiyê ya Aydinê de bal kişand ser wê yekê ku yasa piştî 42 salan deriyê serdemeke nû ya bêçek û bê tundî vekiriye.
Bakirhan got:
“Piştî 42 salan, em dibêjin ku em deriyê pêvajoyeke bê çek û bê tundî vedikin. Ev rojên dîrokî ne. Ev ne dawî ye û ne jî sedema şînê ye, lê belê gava yekem e.”
Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyê qada jiyaneke hevpar e û got:
"Komara Tirkiyê mala me ya hevpar e, lê kêmasiyên wê hene. Em ê bi awayekî wekhev û dûr ji zilmê bi hev re bijîn. Ev pêvajo ne der barê dabeşbûnê, pevçûnê yan jî standina tiştekî ji kesekî de ye."
Bakirhan: Karê me ne qediyaye; rêyeke dirêj li pêşiya me ye
Bakirhan diyar kir ku armanca wan pêvajoyek e ku tê de girtîgeh vala bibin, kesên li sirgûnê vegerin û qeyûmên dewletê neyên tayînkirin bo şaredariyan.
"Armanca me pêvajoyeke ku tê de girtîgeh vala bibin û hevalên me yên li sirgûnê vegerin cem me. Armanca me pêvajoyeke ku tê de qeyûm bo şaredariyên me nayên tayînkirin û girtîgeh vala dibin."
Bakirhan axaftina xwe bi tekezîkirina wê yekê bi dawî kir ku pêvajo hîn ne temam e û ev peyam da:
"Karê me di vê pêvajoyê de neqediyaye; rêyeke dirêj li pêşiya me ye."
Bîlmez: Ev yasa destpêkeke
Parêzêrê Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez jî nirxandinek li Ajansa Mezopotamyayê re kir.
Bîlmez diyar kir ku Qanûna Çarçoveyî dê rê li ber serdemeke nû ya têkoşîna Kurdan veke û got;
“Serdemeke xurtkirina têkoşîna demokratîk dest pê dike. Ji ber ku êdî Kurd dê bikaribin bêyî ku wekî ‘terorîst’ bên binavkirin, bi awayekî azadtir xwe birêxistin bikin. Di vî warî de, ev yasa destpêkeke û xwedî girîngî ye.”
Bîlmez: Divê tecrîd were şikandin”
Bilmez anî ziman ku ji bo pêvajo bi awayekî saxlem pêş ve biçe, pêwîst dike ku tecrîda li Îmraliyê were şikandin û got:
“Li gorî min, Qanûna Çarçoveyî dê tecrîdê bişikîne; divê wê bişikîne.Em behsa çareserkirina pirsgirêkeke gelek dijwar dikin. Lewma divê tecrîd were şikandin. Ev yasa qonaxeke; rewşa li Îmraliyê dê ji niha û pê ve cuda be.”
Kaya: Ev yasa gava yekemîn a dîrokî ye
Hevşaredarê berê yê şaredariya bajarê mezin ê girtî yê Wanê Bekir Kaya jî Qanûna Çarçoveyî nirxand û bal kişand ser kêmasiyên yasayî yên di rêziknameyê de.
“Heke mirov wekî metneke yasayî lê binêre, gelek pirsgirêk hene. Aliyên wê yên gelek nezelal û dûwate hene.”
Lêbelê, Kaya destnîşan kir ku ev kêmasî girîngiya yasayê kêm nakin û got:
“Piştî 40 salan, cara yekem e ku di têkoşîna Kurdan a ji bo wekheviyê, ji bilî têkoşîna çekdarî, gavek ber bi çareseriyê ve tê avêtin.”
Anî ziman ku Qanûna Çarçoveyî destpêkeke û pêvajoya piştre dê bi rêya rêxistinbûn û têkoşîna hêzên civakî pêş ve biçe.