ÎHD û Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş li Îzmîr, Enqere û li Stenbolê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş rêvebira ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaranê û daxwaza taloqkirina cezayê wê kirin.
"Girtiyên nexweş dimrin. Bêndeng nemîne, nebe şirîkê sûc”
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê daxuyanî da tê de pankarta “Girtiyên nexweş dimrin. Bêndeng nemîne, nebe şirîkê sûc” hate hilgirtin.
Rêvebira Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Vetha Aydinê, bal kişand li ser rewşa Hatîce Onaran (61) a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin got: “Hatîce Onaran dema hate girtin tedawiya pencerşêrê didît û ji ber girtinê mafê wê yê tedawiyê hate astengkirin. Ji bo tedawiya wê daxwaza me ew e ku cezayê wê bê taloqkirin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştînê re bi dawî bû.
"Girtiya nexweş hatîce onaran ji sedî 79 astengdar e"
Adresa çalakiya li Enqerê yê jî Kolana Sakaryayê bû.
Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û hemwelatî beşdarî çalakiyê bûn.
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî xwend û destnîşan kir ku Hatîce Onaran ji sedî 79 astengdar e. Yazmaci diyarkir ku Onaran berî bê girtin tedawiya penceşêrê didît û piştî girtinê mafê wê yê tedawiyê hatiye astengkirin û ji bo tedawiya wê daxwaza tehliyeya wê kir.
"Girtina hatîce onaran helwesteke polîtîk e”
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya “Rûniştina F”, li ber avahiya şaxê ya li Beyoglûyê li dar xist.
Di çalakiyê de bal kişandin li ser rewşa tenduristiya Hatîce Onaranê û pankartên “Bila girtiya nexweş Hatîce Onaran bê berdan” hate vekirin.
Endama ÎHD’ê Gulseren Yolerî ev tişt got: “Ev girtin bêhiqûqî ye. Li holê sûcek tune lê ceza heye. Me gelek caran destnîşan kir ku ev helwesteke polîtîk e.”