Li Rihayê kesek bi kêrê hate kuştin

Li navçeya Karakopruyê ya Bakurê Kurdistanê di êrîşeke bi kêran de keseke hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li Rihayê kesekî ku nasnameya wî hîn nehatiye diyarkirin, bi kêrê êrîşî Ferît Abrakê yê 32 salî kir.

Abrak ji gelek cihan birîndar bû û hewl da bi motorsîkleta xwe biçe nexweşxaneyê lê ji ser hişê xwe çû û ket erdê.

Her wiha polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê. 

Tîmên tendirustiyê Ferît Abrak veguhestin nexweşxaneyê lê tevî hewldanên bijîşkan jiyana xwe ji dest da.

Tîmên polîsan ji  bo kesên gumanbar bigirin dest bi operasyonan kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye