Li Mêrdînê koferanseke bi beşdariya bawerî û pêkhateyên cuda hat lidarxistin
Li Bakurê Kurdistanê, Yekîtiya Demokratîk a Mêrdînê di bin navê “Konferansa Jiyana Hevpar û Demûkratîk a Gelan û Olan li Mezopotamiyayê” konferansek li dar xistin.
Ji bawerî û gelên cuda gelek kes beşdarî konferansê bûn.
"Banga Rêber Apo ji bo tevahî rojhilata navîn modela jiyaneke nû ye"
Di destpêka Konferansê de, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo tevahî Rojhilata Navîn modela jiyaneke nû pêşkêş dike û wiha got: “Em ê jiyana nû bi civaka demokratîk re ava bikin.”
"Ev insiyatîf wê bibe Kongreyeke Neteweyî"
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî, diyar kir ku înîsiyatîfa ku hatiye destpêkirin wê mezin bibe û veguhere kongreyeke neteweyî.
Ahmet Turk: Şûna ku HTŞ bibe cîranê Tirkiyeyê, bila Kurd bibin
Her wiha Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da xuya kirin ku siyaseta demokratîk xurt bûye û wiha axivî: “Komara Demokratîk bi hewldana hevpar a gelan pêkan e.”
Ahmet Turk dest nîşan kir ji bo siberoja gelê Kurd divê partiyên siyasî û civaka sivîl bi hev re tevbigerin.
Turk bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê jî û wiha got: “ Niha tê xwestin ku Kurd çekên xwe berdin. Bi taybetî Tirkiye. Başe, li vir dê kî ewlehiyê pêk bîne? Polîs û leşkerên HTŞ’ê nîn in. Li wir hêzeke HTŞ’ê nîn e. Gelo dê kî ewlehiya vî gelî pêk bîne? Ji vê hîn wêdetir şûna ku HTŞ bibe cîranê Tirkiyeyê, bila Kurd bibin. Ma dê qiyamet rabe!”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di dawiyê de tekez kir Sûriye xeta sor a Kurdan e û got, bi Kurdan re hevpar tevbigerin.