Di salvegera yekîtiya partiyên Rojava(26ê Nîsana 2025)an de, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, li Amedê bi serenava “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” konferansek li dar xist.
Înîsiyatîfa Yekîtiyê encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê eşkere kir û tê de wiha got:
Di sedsala borî de, ji Mam Celal bigre heta birêz Abdulah Ocalan û birêz Mesûd Barzanî gelek hewldanên yekîtiya neteweyî hatin kirin.
Lê belê, ji ber destwerdana hêzên derve, heta niha ew yekîtî li gorî dilê Kurdan nebûye.
Ev parçebûyîn jî her tim rê daye hêzên derve ku bi hêsanî komployan li dijî Kurdan bikin.
Berovajî wê jî hatina ba hev a Kurdan, rê li pêşiya xetereyên mezin girtiye. Me ev mînak li Rojavayê Kurdistanê dît."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şerê li Îranê ji bo Kurdan û gelên din ên li wir derfetên girîng dihewîne da ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin.
"Ji bo Kurd mafên xwe bi dest bixin divê bibin yek"
Encamnameya ji konferansê derketiye wiha ye:
Ji bo Kurd di vê qonaxa dîrokî de mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên heyî biparêzin, divê bibin yek.
Di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, divê dewlet nasname û hemû mafên Kurdan ên neteweyî di zagona bingehîn de teqez bike.
Divê li gorî qanûnên heyî tevbigere, girtiyên siyasî serbest berde û tavilê qanûnên pêwîst ji bo mafê hêviyê û darizandinên siyasî derxe.