Li gelek bajarên Bakurê Kusdistanê Êzidiyan cejna xwe pîroz kir

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê Êzidiyan Cejna Çarşema Sor ku nîşaneya biharê û ji nû ve jidayikbûnê ye, bi çalakiyên cuda pîroz kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, bi çalakiyên cûrbecûr Cejna Çarşema Sor ango Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin.

Gelek Êzidiyên ku di sala di 2014'an de ji ber êrîşên DAIŞ'ê li bajarên Bakurê Kurdistanê bi cih bûne, beşdarî şahiyên cejnê bûn.

Li taxa Bahçeçîk a navçeya Sûrê ya Amedê pîrozbahiya Çarşema Sor hat lidarxistin.

Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li gel Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, ji bo pîrozkirina cejnê serdana malbateke Êzidî ya li taxê kir.

Di heman demê de, cejn li gundê Korix ê bajarokê Awiskê yê navçeya Qubîn a Êlihê hat pîrozkirin.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Êlihê Semra Guneş, di pîrozbahiyê de axivî û cejna welatiyên Êzidî pîroz kir û got:

"Bila ev cejn ji bo gelê Êzidî û hemû gelê Kurd pîroz be.

Bila Çarşema Sor aştî û edaletê bîne Kurdistanê."

Piştî vê yekê, welatiyê Êzidî Yusuf Tagay jî xwest ku Cejna Çarşema Sor ji bo gelê Êzidî û hemû gelên cîhanê aştiyê bîne.

Li gundê Kîwexê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi atmosfereke mezin hat pîrozkirin.

Her wiha cejn bi govend û eleqeyên mezin hat pîrozkirin.

Merwan Elemdar Babirî, rêberê alimê olî yê Êzidiyan li qada cejnê amade bû û got:

“Êzidî ji bo aştî û biratiyê têdikoşin.

Hemû ol ji bo me girîng in.

Rojhilata Navîn baxçeyeke olan e.

Bila Çarşema Serê Nîsanê li hemû gel û baweriyan pîroz be.”

Her wiha li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî li taxa Bacînê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin.

Gelek kes li wir jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiya li Mêrava Şêx Adî bûn.

Li gundê Kermê yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê, ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê bernameyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin.

Bernameya cejnê, bi pêşengî û hevkariya Komelaya Êzidiyên Wêranşarê û Şaredariya Wêranşarê pêk hat.

Pîrozbahî, bicihanîna rîtuel û tewafên olî dest pê kir.

Li gorî kevneşopiya cejnê, li qada pîrozbahiyê mase hatine danîn û hêkên rengkirî, şêranî û şekir li mêvanan hatine belavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye