Artêşa Îsraîlê: Planên ji bo berdewamiya şerê li Îran û Libnanê hatine pejirandin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku planên berdewamiya şer li dijî Îran û Libnanê, hatine pejirandin. Her wiha Artêşê eşkere kir ku ew ê nehêlin ku Îran di dosyaya nukleerî û Hurmizê de destkeftiyan bi dest bixe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr îro di dema serdaneke venerînê de bo hêzên Firqeya 162'yan yên ku li sektora rojavayê başûrê Libnanê ne, ragihand ku wan planên berdewamkirina şer, çi li Libnanê be û çi jî li Îranê be, pejirandiye.

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê eşkere kir ku, ew ê nehêlin ku Îran di dosyaya nukleerî, Hurmiz û di mijarên din ên heyî de destkeftiyan bi dest bixe û wiha da xuyakirin:

“Em ji bo berdewamiya şer di rewşeke amadehiyê ya pir bilind de ne û armancên me diyar in.

Em dikarin tavilê êrîşeke bihêz pêk bînin."

Artêşa Îsraîlê: Me heta niha zêdetirî 1700 endamên Hizbulahê kuştine 

Her wiha Eyal Zamîr got ku Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li ser Hizbulahê berdewam dike û destnîşan kir ku ji dema destpêkirina êrîşan û heta niha zêdetirî 1700 kuştiyên Hizbulahê çêbûne.

Di heman çaroçoveyê de jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump dabû zanîn ku dibe şerê bi Îranê re, di demeke nêz de bi dawî bibe.

Her wiha Îsraîl û Libnanê li Waşingtonê gereke dan û standinan li dar xistin û di wê gerê de Îsraîlê nîqaşkirina agirbestê red kir.

Tel Avîv û Waşingtonê berê jî, diyar kiribûn ku agirbesta bi Îranê re ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Hizbulahê li Libnanê derbas nabe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye