Vê sibê hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, 48 kes di nava wan de 40 kes dema li benda alîkariyê bûn hatin kuştin.
Li gorî qenala 12 a Îsraîlê artêşa Îsraîlê dê di rojên pêş de planeke nû ji bo kontrolkirina Xezeyê pêşkêşî rêveberiya siyasî bike.
Her wiha ragihandin ku Îsraîlê nêzîkî 250 hezar leşker amade kirine ji bo dorpêçkirina bajarê Xezeyê.
Qenalê diyar kir ku piştî dorpêçkirina bajarê Xezeyê, veguhestina niştecihên ji nav bajêr dê dest pê bike, Dibe ku operasyon berfireh bibe û kampan jî di nav xwe de bigire.