Serokkomarê Lubnanê: Divê hêzên me bersiv bidin êrişên Îsraîlê

Piştî ku karmendekî şaredariyê li gundekî başûrê Lubnanê bi guleyên leşkerên Îsraîlê hate kuştin, Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun îro ji artêşa xwe xwest ku bi her destwerdana Îsraîlê re rûbirû bibin. Her wiha Hizbullah bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê piştgiriyê bide artêşa lubnanê

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya Nêzî salekê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de agirbestek hatibû îmzekirin. Lê artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên hewayî û  operasyonên bejayî li ser axa Lubnanê didomîne.

Piştî ku karmendekî şaredariyê li gundekî başûrê Lubnanê bi guleyên leşkerên Îsraîlê hate kuştin, Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun îro ji artêşa xwe xwest ku bi her destwerdana Îsraîlê re rûbirû bibin.

Joseph Aoun diyar kir ku ji bo parastina axa Lubnanê û ewlehiya welatiyan ev biryar daye.

Hizbullah piştgirî da biryara Joseph Aoun

Her wiha Hizbullah bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê piştgiriyê bide artêşa lubnanê da ku artêş bikaribe şiyana xwe ya parastinê li hember Îsraîlê xurt bike.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihandibû ku hêzên Îsraîlî ketin bajarokê Blida yê başûrê Lubnanê û karmendek ku di avahiya şaredariyê di xew de bû kuştin.

Artêşa Îsraîlê bûyer piştrast kir û eşkere kir ku hêzên wan di dema operasyonekê de ji bo tunekirina binesaziya Hizbullahê bi şev li bajarokê Blida gule reşandin.

Di vê çarçoveyê de, balafirên şer ên Îsraîlê îro rêze êrîşên asmanî li ser deverên derdora Cermeq, Xerdelî û Mehmûdiyê li başûrê Lubnanê pêk anîn di encamê de li gelek deveran şewat çêbû.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku armanca wan ji van operasyonan ew e ku rê li ber xurtkirina hebûna leşkerî ya Hizbullah li başûrê Lubnanê bigire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye