Li dijî biryara hikumetê, xwediyên parzûngehên berbidest ên petrolê daketin qadan.
Xwepêşanderan xwestin ku hikumet ji biryara xwe vegere û debara jiyana wan têk nebe.
Hikumeta Veguhêz, bi darê zorê xwest ku xwepêşandanê ji hev bixe.
Ji bo vê bi dehan ji leşkerên xwe şandin cihê xwepêşandanê û di navbera leşker û xwepêşanderan de pevçûn derket.