Berdevkê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî ya Parlamentoyê di hevpeyvînekê de bi Radyo û Televîzyona Komara Îslamî re li ser rêkeftina di navbera Komara Îslamî û Omanê axivî.
Berdevkê Komîsyona destnîşankir ku piştî raya dawî di astên bilind de were ragihandin, dê di demek nêzîk de daxuyaniyek hevbeş û hûrguliyên wê werin ragihandin.
Her wiha Hesen Qeşqawî, zêde kir ku piştî ku ev gav werin temam kirin, dê daxuyaniyek hevbeş were weşandin ku "xetên giştî" yên vê peymanê zelal dike.
Scott Besant:Tengava Hormuzê dê were vekirin
Têkildarî mijarê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Besant derbarê pêşketinên li Komara Îslamî de ji 12 News re axivî.
Scott Besant wiha anî ziman:
"Ez difikirim ku em ê di demek nêzîk de, dibe ku îro an sibê jî, peymanek bibînin; agirbestek 30 heta 60 rojî, û Tengava Hormuzê dê were vekirin."
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê derbarê rewşa aborî ya li Komara Îslamî de jî got ku enflasyona xwarinê li Îranê gihîştiye ji sedî 150 heta 180 û hikûmet di dayîna mûçeyên hêzên xwe yên leşkerî de bi pirsgirêkan re rû bi rû ye.