Duh, hêzên Îsraîlê êrîşeke bejahî li ser bajarokê Nebî Şît li Geliyê Bekayê yê Lubnanê pêk anî. Di encamê de, di navbera hêzên Îsraîl û Hizbullah de, pevçûnên çekdarî çêbûn.
Li libnanê di 5 rojan de 217 kes ji ber şer mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê duh, ragihand ku di 5 rojên dawîyê de, di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de herî kêm, 217 kes hatine kuştin û 798 kesên din jî birîndar bûne.
Wezaretê duh, da xuyakirin ku 11 êrîşên Îsraîlê li ser bajarokê Nebî Şît ê navçeya Beelbek a rojhilatê Lubnanê, pêk hat.
Di encama van êrîşan de, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kesên din jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê roja pêncşemê hişyariyên valakirinê ji bo niştecihên taxên başûrê Beyrûtê û beşên rojhilatê Geliyê Bekaayê da.
Tê texmînkirin ku deverên dê werin valakirin nifûsa wan di navbera 600 û 800 hezar kesî de ye.
ji başûrê lubnanê 100 hezar kesan cih û warên xwe terk kirin
Koordînatorê Alîkariyên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê Îmran Riza bal kişand li ser rewşa koçberiyê û wiha anî ziman:
"Xelk ber bi her alî ve diçin û nizanin ber bi ku ve biçin.
Heta niha, nêzîkî 100 hezar kes di nêzîkî 477 stargehên kolektîf de ne.
Hîn jî nêzîkî 57 stargeh hene ku hinek cih lê heye.
Ez bewar dikim ku hejmara kesên di stargehan de dê pir zû zêde bibe."
Serokê Lubnanê Joseph Aoun êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, şermezar kir.