Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack bersiv da pirsên nûçegîhan Denîz Kîlîslîoglû ya NTV. Di derheqê rola QSD ya li Sûriyeyê û tekîliyên DYA û desthilata demkî ya Sûriyê de nirxandinên girîng kir. Barrack heman demê li ser Rojhilata Navîn jî nirxandinên girîng kir.
Nûçegîhana NTV Denîz Kîlîslîoglû pirsekî xwe de bal kişand li ser QSD û pirsekî wiha kir:"Her gava ku Amerîka piştgiriya xwe ji bo QSDê radigihîne, tê gotin ku ew li dijî DAIŞ ê şer dike. Hûn difikirin ku kengê Amerîka dê bêje 'baş e, em ne hewceyî YPGê ne'. Tom Barrack bersivand ku QSD ji bo DYA hevalbendek girîng e.
“Divê her kesek di bendewariyên xwe de maqûl be”
Barrack li ser mijarê axaftina xwe wiha domand: "Ez nafikirim ku ew encama ku hûn qala wê dikin be. Ji ber ku QSD hevalbendek e. Piştgiriya ku ji QSD re tê dayîn, piştgiriya ku ji hevalbendek re tê dayîn e. Ji bo Kongresa me faktorek pir girîng e. Rêberiya wan ber bi entegrebûna di nav hikûmetek nû ya Sûriyeyê de pir, pir girîng e. Serok Trump, Serok Erdogan, tiştek ecêb kirin. Wî got ku ew ê şansek bide vê rejîma nû. Kesî ev pêşbînî nekiribû. Bê guman, kêmkirina baregehên me yên leşkerî jî girîng e. Ji heşt baregehan, ew ê di dawiyê de dakeve yek."
Barrack li ser mijara nakokiyên Tirkiyê û Îsraîl’ê ya li Sûriyeyê jî nirxandin kir û anî ziman ku ev nakokî çavkaniya xwe baweriya kêm ya di navbera herdu dewletan digre. Li ser mijarê Barrack berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:
"Ti nakokîyeke olî tune. Werin em vegerin; werin em vegerin salên 1948, 1967, Şerê Şeş Rojan, Çemê Urdunê, Bilindahiyên Golanê. Bilindahiyên Golanê di rastiyê de li ser avê ye, li ser ewlehiyê ye. Li ser nebûna baweriyê li herdu aliyan e. Ev yek ji bo Durzî jî derbas dibe. Durzî Sûrî ne. Ji ber vê yekê diyaloga di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi diyaloga di navbera YPG û Tirkiyeyê re hevdem e, û Tirkiye li vir hêmanek pir girîng e. Ew hêmanek girîng e ku dê cîhana herêmî ya mayî îqna bike ku Îsraîl naxwaze erdê dagir bike û ew hewl nade ku Sûriyeyê bigire. Çavên Tirkiyeyê bi her awayî li ser axa Sûriyeyê nînin."
Bibîrxistina hevpeymana Sykes-Picot
Barrack ji bo Sykes-Picot anî ziman ku ; “Sykes-Picot Sûriye û herêma berfireh ne ji bo aştiyê lê ji bo berjewendiyên emperyal parçe kir. Vê şaşiyê nifş bi nifş da winda kirin. Em ê careke din wisa nekin.” Her wiha ji bo heman mijarê ev tişt anî ziman:
“Ez difikirim ku ev hemû sînor vedigerin Sykes-Picot, ew vedigerin Peymana San Remo, ew vedigerin hemû sînorên têkçûyî. Tenê dem hatiye ku ji nû ve werin destnîşankirin û lihevkirinek çêbibe. Rewş li Lubnanê jî eynî ye. Rêbaza bûyerên li Lubnanê jî eynî ye. Hizbullah li paşperdeyê bû, divê Hamas li paşperdeyê be, bê guman Îran pirsek bi tevahî cûda ye.”
Li Xezayê komkujiyek bê wate heye
Barrack di derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê û krîza mirovî ya berdewam de jî nirxandin kir û wiha got:
“Bê guman ev pirsgirêkek e ku nêzîkî 100 sale berdewam dike. Bê guman, ji bo gihîştina çareseriyek yekane dem digire û gelek kuştin hene. Ev ji bo tevahiya cîhanê tirsnak e. Hûn nekarin tenê bi danîna pêçan li ser deverên cûda yên herêmê hewl bidin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Ez difikirim ku armanca Serok ew e ku van hemûyan di demekî pir nêz de çareser bike. Em dikarin jê re çareseriyek du dewletan an çareseriyek mayînde bibêjin. Tevî Îsraîl her kes li herêmê hewce dike ku li ser cureyek nû ya têkiliyê li hev bikin. Ez difikirim ku ew pêvajo berdewam dike, lê ev pêvajo bi rastî dijwar in.”
Rodî Bişeng