Li Kampa Holê operasiyonên ewlehiyê didomin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî, vê sibehê qonaxeke nû ya Operasyona "Mirovî û Ewlehî" li kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê da destpêkirin.
Di derbarê operasiyonê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da, daxuyanî li Kampa Holê hat xwendin.
Asayîş: Di vê demê dawî de zêdetirî 30 êrîş li kampê pêk hatiye
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev operasyon ji ber ku Kamp vê dawiyê şahidiya zêdebûnek ji êrişên şaneyên DAIŞˊê re kiriye, ku zêdetirî 30 caran êriş li dijî xebatkarên mirovî pêk anîne, avanî û saziyên xizmetguzariyê sabote dikin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku DAIŞ heya niha hewldanên xwe yên îstismarkirina komên herî lawaz ên di nav kampê de taybet jî bikaranîna hin jinan hişmendiya xwe belav dike û ev agahî hate dayîn:
"DAIŞ îdeolojiya xwe ya tundraw di nav ciwan û zarokan de belav dike, da ku nifşek nû ji kesên ku ji hêla DAIŞ’ê ve îlham girtine, ku bi navê "Şêrên Xîlafetê" têne binavkirin, mezin bike.
Ev hewldan zarokan bi îdeolojiya terorîstî îndoktrîne dikin, pratîkên tundraw di nav kampê de ferz dikin, ciwanan teşwîq dikin ku tundîtiyê qebûl bikin û rêxistinên mirovî hedef bigirin.
Ev yek gefê li pêşeroja van zarokan dixwe û hewldanên aramî û alîkariyê têk dibe."
Li Kampa Holê mayînek hat dîtin
Hate eşkere kirrin ku Hêzên operasyonê di çarçoveya xebatên lêgerînê de, li beşa 5’an (Muhacîrat) ku jinên DAIŞ’î yên biyanî li dimînin, mayînek dît.
Ji çend salan ve li kampa Holê tevgerên zêde yên şaneyên DAIŞˊê hene.
Ew şane valahiya ewlehiyê ya piştî hilweşîna rejîma Baasê, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê firset digire.
Ew jî dibe sedema bêîstîqrarî û avakirina zemînekî ji bo êrîşên DAIŞˊê.