Îranê li Ûrmiyê ji ber lixwekirina cilên kurdî 58 kurd ceza kir

Li Îranê, ji ber lixwekirina cilên Kurdî, Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê, cezaya 3 mehan girtîgehê, li 58 kesan birî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, diyar kir ku ew kesên hatine cezakirin, dikarin li şûna ku bikevin girtîgehê, 24 mîlyon tumenan bidin.

Çavkaniyan eşkere kirin ku kesên hatine girtin, cil û bergên Kurdî lixwekiribûn û çûbûn dawetekê li bajarê Pîranşarê yê parêzgeha Ûrmiyê, lê piştî dewatê, Dadgeha Şoreşê ya bajêr gazî wan kiribû.

Di nav girtiyan de, kesên bitemen mezin yên, di tevahiya jiyana xwe de, cilên Kurdan li xwe dikin jî hene.

Li Rojhilatê Kurdistanê, piraniya ciwan, kal, pîr, jin û keç cemedanan bi kar tînin û cilên Kurdî lixwedikin, lê Îran wê wek hincet bikar tîne û Kurdan ceza dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24