Îtalyayê bilindtirîn xelata xwe ya Stêrka Îtalyayê da Nêçîrvan Barzanî

Îtalyayê bilindtirîn xelata xwe ya fermî ya bi navê " Stêraka Îtalyayê" pêşkêşî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di merasîmeke taybet de li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Balyoz û Konsulê giştî yê Îtalyayê birêve çû, ev xelat li ser navê Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella radestî Nêçîrvan Barzanî hate kirin.

Konsulê giştî yê Îtalyayê yê Başûrê Kurdistanê Tommaso Sansone di destpêka merasîmê de amaje bi dîroka xelatê kir û wiha got:

Tommaso Sansone ragihand ku ev rûmetdarî li gorî yasaya hejmar 13`an a sala 2011ê hatiye damezirandin û ji aliyê Serokkomarê Îtalyayê ve ji bo wan kesayetên ku di xurtkirina pêwendiyan de xwedî rol in tê dayîn.

Ev yek jî ji bo pêgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya siyasî ya taybet e.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokomar û hikûmeta Îtalyayê kir û ev pêngav wekî nîşaneya kûrbûna peywendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan pênase kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye