Meclîsa Malbatên Şehîdan (MMŞ) a Cizîrê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê, her gavekê ku armanca wê jêbirina sembolên fedakariyê û dûrxistina nifşan ji bîra şehîdan be, bi tundî red dikin.
Dibistanên ku navên şehîdan lê ne, ne tenê avahiyên perwerdehiyê ne, lê peyamên neteweyî û exlaqî ne ku zarok û ciwanan fêr dikin.
Şehîd xwedî cih û qîmeteke pîroz in ku destdirêjî li wan nayê qebûlkirin.
Li ser vê bingehê, em berpirsiyariya dîrokî û exlaqî ya her biryara ku van navan dixe hedefê, datînin ser milê aliyên peywendîdar û daxwaza rêzgirtina ji îradeya malbatên şehîdan û hestên civakê dikin.
Her weha bang li paşvekişandina yekser a her gavekî bi vî rengî dikin.