Vîrûsa Ebolayê gihîşt Kenyayê: tesbît, rewş û mirina yakemîn hat tesbîtkirin

Rayedarên tenduristiyê yên Kenyayê ragihandin ku yekemîn bûyera nexweşketina bi vîrûsa Ebolayê li wî welatî hatiye tespîtkirin. Welatiyekî Kenyayî yê ku ji Kongoyê vegeriyabû, piştî nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Tenduristiyê ya Kenyayê bi daxuyaniyeke fermî diyar kir ku ev kes li Komara Demokratîk a Kongoyê dijiya û roja şemiyê gihîştibû paytext Nairobi. Ji ber dermanên ku wî berê bikar anîbû, nîşaneyên nexweşiyê di destpêkê de li balafirgehê diyar nebûn. Lê piştî ku rewşa wî giran bû û rakirin nexweşxaneyê, roja duşemê jiyana xwe ji dest da.

Ev bûyera metirsîdar li herêmê bû sedema hişyariyeke lezgîn. Tîmên tenduristiyê daxuyandin ku wan herî kêm 28 kesên ku rasterast bi vî nexweşî re ketine têkiliyê (di nav wan de endamên malbatê û xebatkarên tenduristiyê) tespît kirine û ew xistine bin çavdêriya tund da ku rê li ber belavbûna vê şobê bigirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye