Yekîtiya Ewropayê ji bo endamtiya 4 welatên din nexşerêyek eşkere kir

Komîsyona Ewropayê ji bo endamtiya Ûkrayna, Moldova, Albanya û Montenegroyê nexşerêyeke dîrokî eşkere kir. Seroka Komîsyonê Ursula von der Leyenê ragihand ku berfirehbûna yekîtiyê êdî "pêdiviyeke jeopolîtîk e."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Plana nû derfetê dide van 4 welatan ku gav bi gav di warê aborî, enerjî û bazara hevpar de tevlî pergala Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin. Di vê pêvajoyê de, heke welatên nû ji pîvanên demokratîk dûr bikevin, dê fonên wan werin birîn. Ji bo rûbirûbûna astengiyan jî, YE li şûna pergala vetoyê guhertina pergala dengdanê nîqaş dike.

Di nav welatan de Montenegro ya herî nêzî endamtiyê ye. Ji bo Albanyayê sala 2027'an û ji bo Ûkrayna û Moldovayê jî armanc sala 2030'î ye. Li aliyê din, pêvajoya danûstandinan a li gel Tirkiye û Gurcistanê bi temamî hatiye rawestandin.

Ûkraynayê diyar kir ku wan hemû merc bi cih anîne û ji bo gavên nû amade ne. Tê çaverêkirin ku piştî sererastkirina yasaya kêmneteweyan, hefteya bê li Luksemburgê danûstandinên nû dest pê bikin û Serokê Ûkraynayê Zelenskyy jî beşdarî civîna lûtkeya YE'yê bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye