Nicolas Maduro derket pêşberî dadgeha li New Yorkê 

Serokê Venezuelayê duh li Amerîkayê derket pêşberî dadgehan. Maduro û hevjîna wî sûcdarîyên li hemberê xwe red kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Doza Nicolas Madûro û hevjîna wî Flores duh li bajarê New Yorkê ya Amerîkayê dest pê kir. Madûro û  hevjîna wî, di dadgeha federal de rastî sûcdarîyên dadger Alvin Hellerstein (elwîn helirstiyn) hatin.

Madûro hevjîna wî bi îspanyolî bersiva sûcdarîyên bazirganîya narkotîkê de dan. Herduyan bi îspanyolî gotin "soy înocente" ango "gunehên me tune ne."

Rêveberîya Trump demek dirêje serokê Venezûelayê bi bazirganîya narko-terorîzmê sûcdar dike. Herçî rêbeverîya Maduro ye, van sûcdarîyan yekser red dike û Amerîkayê bi midaxaleya Venezûelayê tometbar dike. Nicolas Maduro di îfadeya xwe ya dadgehê de bal kişand ser êrişkarîya Amerîkayê û got, ew "du roj berê hatîye revandin." Rûniştina duyemîn a dadgeha federal a Amerîkayê wê di 17 yê adarê de bê lidarxistin.

Swîsre dest danî ser mal û milkên Nicolas Maduro

Piştî girtina Maduro, derveyeke din a li hemberî wî di qada navneteweyî de pêk hat. Hikumeta Swîsreyê dest da ser hemû pere û malên serokê Venezûelayê û kesên nêzîkî wî. Hikumeta federal di biryara xwe de ragihand, ew naxwazin pere û hebûnên van kesan ji Swîsreyê bên derxistin. Biryara desteserkirinê ya hikumeta Bernê wê bi qasî 4 salan di merîyetê de be.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye