Eren Keskîn: Ya ku divê gavan biavêje dewlet e

Di derbarê vekişandina Hêzên Tevgera Azadiyê ya Kurd ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gelek nêrîn û nirxandin hatin ragihandin. Bang tê kirin ku anha ya ku divê gavan biavêje dewlet e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de û biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê, Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ragihand ku ew hemî hêzên xwe ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê vedikişîne Qadên Parastina Medyayê.

“Ev gav nîşaneya herî şênber a îradeya aştiyê ye”

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî vê gavê axivî û got: “Ev gav nîşaneya herî şênber a îradeya aştiyê ye.”

Eren Keskîn diyar kir ku pêvajo bi bandora dînamîkên derve dest pê kir.

Di meha Tîrmehê de her çend sembolîk be jî torena şewitandina çekan li dar xistin û niha jî ragihand ku hemû hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne ev yek pir girîng e.

Weke parastvanên mafên mirovan em dibînin ku di pêvajoyê de tenê aliyek gavan diavêje.

Lêbelê me gelek caran anî ziman ku di pêvajoyên aştiyê de pêşketin bi gavên yekalî nabe.

Tê dîtin ku bingeha pirsgirêkê polîtîkayên tunehesibandin, ewlehîperest ên dewletê ye.

Lewma aliyê esasî divê gav biavêje, dewlet bi xwe ye.

Feray Mertoglû: Karê ewil ew e ku mafên kolektîf ên Kurdan bên naskirin

Her wiha Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû (mertoxlû)jî bal kişand ser biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û got:

Tekane karê ku divê cidî were kirin ew e ku Şertê Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê bikeve meriyetê û ji bo vê çarçoveya yasayî were avakirin.

Ji sala 93’yan heta niha PKK’ê her tim ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya muzakere û demokrasiyê were çareserkirin, gelek caran agirbest ragihandiye û gerîla vekişandiye derveyî sînor.

Lê her carê ev hewildan ji hêla dewletê û desthilatdaran ve bê encam hatiye hiştin.

Bi domdarî Feray Mertoglûyê got ku avakirina komîsyonê û cihgirtina hemû partiyan a di komîsyonê de gaveke erênî ye lê belê destûr neda jinên Kurd bi zimanê xwe biaxivin.

Ev yek jî nîşandide ku hîn jî polîtîkayên mijûlkirinê dimeşînin.

Ji bo li Ocalan ku muxatabê pirsgirêka Kurd e guhdarî nekin, hincetên cuda nîşan didin.

Ev jî nîşan dide ku niyeta bloka faşîst gelek jî baş nîne.

Bi eşkereyî pêvajo di merheleya mijûlkirinê de ye.

Engîn Yurtsever: Divê demildest yasayên pêwîst bên amadekirin

Dîsa Rojnameger Engîn Yurtsever jî  têkildarî daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî û got ku pêvajo derbasî qonaxeke polîtîk a nû dibe.

Engîn Yurtsever  destnîşan kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ji bo zemîneke demokratîk a pêvajoyê hebe jî ev gav pêşniyar kir:

Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û şertên jiyanê ew bi xwe diyar bike.

Dive hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Hewceye sererastkirinên yasayî û destûra bingehîn tavilê bên kirin.

Divê Tirkiye hêzên xwe yên derveyî sînor vekişîne.

Weke egereke jiyana demokratîk, divê feraseta rêveberiya xweser bi yasayan were misogerkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye