El-Malikî: Siûdiyê 9 dron û 2 mûşekên balîstîk ên Îranî îmhakirin

Erebistana Siûdî ragihand ku wan du mûşekên balîstîk û 9 dronan li Xerc û Cewf îmha kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şer di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê berdewam dike.

 

Di encama vî şerî de, gelek mûşekên Îranê dikevin li ser welatê cîran.

 

Herî dawî jî, mûşekek Îranî ser Erebistana Siûdî ket xwarê û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

 

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî Turkî El-Malikî, îro ragihand ku hêzên wan du mûşekên balîstîk û 9 dronên şer ên rêjîma Îranê, asteng kirine.

 

 

Mûşekek li Erebistana Siûdî ket: 2 kes mirin

 

 

Di derbarê heman mijarê de,Wezareta Berevaniya Sivîl a Erebistana Siûdî duh, dest nîşan kir ku li parêzgeha Xercê, mûşekekî Îranî ketiye xwarê.

 

Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kesên din jî birîndar bûne.

 

Parastina Sivîl, diyar kir ku wan bersiva ketina mûşekekî leşkerî li El Xercê daye û wiha berdewam kir:

 

"Di encamê de du kes ji hemwelatiyên Hindî û Bangladeşî jiyana xwe ji dest dan û 12 Bangladeşî jî, birîndar bûn.

 

Hewldanên armanckirina navendên sivîl binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye."

 

Sekreterê Giştî yê Encumena Hevkariya Kendavê Casêm El-Budeiwî, duh bi tundî êrîşa xeternak a Îranê ku li ser tesîsa niştecihbûnê hatibû kirin şermezar kir û wiha lê zêde kir:

 

"Ev êrîşa han binpêkirineke eşkere ya hemû qanûn û pîvanên navneteweyî ye, ku ewlehiya sivîlan û binesaziyê dike hedef."

 

El-Bedawî tekezî li ser hevgirtina tevahî ya Konseya Hevkariya Kendavê bi Erebistana Siûdî re di hemû tedbîrên de kir.

       

 

 

Nunerê Çînê serdana Erebîstana Siudî kir

 

 

Her wekî din jî, Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî bi Nûnerê Taybet ê Hikûmeta Çînê yê Rojhilata Navîn re li paytexta Siudî Riyadê hevdîtin kirin di hevdîtinê de  pêşketinên herî dawî yên herêmî û navneteweyî nîqaş kirin.

 

Bi taybetî li ser hin mijarên sereke hatibû gotûbêjkirin ên weke;

 

Nirxandina rewşa dawî ya herêmî û navneteweyî û hevrêzkirina helwestan di derbarê wan de.

 

Bandora rewşa heyî ya li ser herêma Rojhilata Navîn û rêbazên kontrolkirina wê.

 

Hevrêzkirina hewildanên navneteweyî yên bi armanca piştgiriya ewlehî û aramî û bi destxistina aştiya navneteweyî, li gorî armancên gelan.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye