Meşa şevê ya Famînîstan bi boneya 8 ê Adarê hat lidarxistin

Li bajarê Tirkiyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, jinan Meşa Şevê ya Femînîstan li dijî tundî û şer li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li gelek bajarên Tirkiyê çalakiyên curbicur çêbûn bi armanca rawistandina tundiyê li ser jinan.

 

Tevî hemû binçavkirin, girtin û şerê taybet, jinan li qadan dev ji daxwazên xwe yên azadiyê bernedan.

 

 

 

'Li dijî tundiya jinan gelek meş hatin lidarxistin'

 

 

Li bajarên Edene bi munasebeta 8’ê Adarê jinan li dijî şer, tundî û xizaniyê dengê xwe bilindkirin.

 

 

Jinên ku li Antalyayê jî bûn li hev kom bûn xwestin ber bi Qada Cumhuriyetê ve bimeşin, lê polîsan rê neda wan.

 

 

Li Mersînê Jinan piştgirî da jinên Rojava, Aktîvîsta TJA’yê Sara Kaya daxuyanî xwend û wiha axivî:

"Em jinên li Rojava silav dikin. Berxwedana wan wê heta avabûna civakeke demokratîk bidome."

 

 

Her wekî din welatiyên jin ê li bajarê Stenbolê jî destnîşan kirin ku jin civakeke nû rêxistin dikin û bi kelecan meşa xwe li darxistin.

 

 

'Jinan li Enqereyê daxwaza jiyaneke bi rûmet kirin'

 

 

Ji ber li çar aliyên cîhanê pergala mêr jiyana jinan dorpeç dike, jinên li bajarê Enqereyê destnîşankir ku daxwaza jiyanek bi rûmet û aştîyane dikin

 

 

'Polîtîkayên şer li her derê jinan hedef digirin'

 

 

Li Îzmîrê 9’emîn Meşa Şevê ya Femînîst çêbû û daxuyanî hat xwendin ya ku di warê ekoloji û mafê ajalan de jî jin jiyanê diparêzin û wiha hat bi dawîkirin.

 

"Polîtîkayên şer li her dere jinan hedef digirin. Em dizanin ku li tu dere ji bo kapîtalîst û êrişên siyonîst ji jinan re azadiyê naynin. Em li ser vê erdnîgariyê li dijî van pêkanînan dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin û em ê aştiyê ava bikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye