Talîban helbestên evînê û di nasnameyan de jî wêneyê jinê qedexe kir

Tevgera Talîbanê bi fermanekê nû ragihand ku wêneyê jinan di belgeyên nasnameyê de ne mecbûrî, li gor daxwazê ye. Her wiha helbestên eşqê jî qedexe kir. Vê biryarê hişt ku bertekên jinên Efxanistan û parêzvanên mafê mirovan jî derkevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Polîtîkayên Talîbanê yên tunehesibandina jinan didomin, hebûna wêneyên jinan di belgeyên nasnameyan de wek şer-î ne pêwîst îlan kir.

Saziya agahî û îstatîstîkên netewî ya Talîbanê, destnîşan kir ku wê wêneyên jinan di rewşên awarte de di belgeyên nasnameyên de hebin.

Lê belê parêzvanên mafên jinan, diyar kirin ku ev gav weke xelekek nû ya sînordarkirina stratejiya Talîban a hebûna jinan di dewlet, civak, aborî û jiyana siyasî de ye.

Her wiha Talîban helbestên eşqê jî qedexe kirin.

Li gorî zagona nû, helbestvan û nivîskarên ku quralan binpê bike, wê li gorî zagonên şerîatê bên cezakirin. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24