Rêber Ocalan banga yekîtiyê kir

Li Başûrê Kurdistanê, Konferansek ji bo aştiyê hat lidarxistin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyamek şand û banga yekîtiyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demeke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû hewldanan dike ku aştiyê di navbera Kurd û Tirkan de pêk bîne û di vê dawiyê de jî, careke din, banga aştiyê kir.

Duh, li Hewlêrê Konferansa “Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve”, hat lidarxistin

Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamaneterê DEM Partiyê Mîthat Sancar, peyama nivîskî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, a ji Konferansê re şandiye xwend.

Rêberê Gelê Kurd, di destpêka daxuyaniyê de, hemû beşdar û bi taybet Navenda Lêkolînan a Rûdawê ji ber sernavê ku ji bo konferansê diyarkiriye silav kir. 

Abdullah Ocalan diyar kir ku sernava Konferansê, rastiyê bi awayekî rast nîşan dide.

 

“Ger pêvajo ser bikeve, wê qedera rojhilata navîn biguhere”

 

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku pêkanîna aştiyê li Tirkiyê bi zehmetî bi dest dikeve, lê divê em bi hemû hêz û hesasbûna xwe hewl bidin ku vê carê aştiyê pêk bînin.

Rêberê Gelê Kurd da zanîn ku eger ev pêvajoya li Tirkiyê bi ser bikeve, wê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere, wê serdemeke nû destpê bike û li şûna şer û wêraniyan, jiyaneke demokratîk a li ser bingeha aştiyê pêk were.

 

Ocalan: Pêvajo wekî entegrasyona li ser bingeha civaka demokratîk e

 

Abdullah Ocalan got: "Ez tercîh dikim ku Kurd bi welatên ku derfeta avakirina têkiliyek li ser bingeha civakek demokratîk heye re, bikevin nav yekîtî û hevgirtinê." 

Rêber Ocalan baweriyê xwe anî ziman ku ev pêvajo wê bi ser bikeve, aştiyê li Tirkiyê pêk bîne û ev pêvajo wekî “entegrasyona li ser bingeha civaka demokratîk” pênase kir.

 

Rêberê gelê Kurd bang li Kurdan kir ku bibin yek

 

Rêberê Gelê Kurd di daxuyaniyê de, bang li hemû Kurdan kir ku pêwendî di navbera xwe de, di şêweyê yekîtiyeke li ser bingeha demokratîk de ava bikin û bang li hemû Kurdan kir ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêberê Gelê Kurd serkeftin ji konferansê re xwest û silav û rêzên xwe pêşkêş kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24